Bajarê Meletî (Malatya) bi pileya 4.7 hejiya
PeyamaKurd – AFAD ê ragihand ku bi pileya 4.7 li navça Puturge ya bi ser bajarê Meletiyê erdhej çêbûye. Erdhej di bin erdê de bi kûrahiya 7 km yan de çêbûye.
Erdheja ku siet di 23.25an de li navça Puturge ya Meletiyê çêbû, li bajarên cîran jî hat hîskirin. Di derbarê encama erdhejê de heya niha agahî nehatine dayîn bê zerarekî daye can û mal an na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin