Bajarê Meletiyê bi pileya 5.1 hejiya
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Puturgeyê erdhejekî bi pileya 5.2 çêbû. Li ser erdhejê AFAD û Rasatxana Kandiliyê ya îstenbolê li pey hev ragihandina kirin.
AFAD ragihand ku erdhej 6.72 km di bin erdê de çêbûye lê li gor Rasatxana Kandiliyê 5.0 km di bin erdê de çêbûye. Li ser erdhejê wezîrê hawirdoriyê bajarvanî û guherîna kêşîhewayê Murat Kurum di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Ji ber erdheja li Meletiyê li navça Puturgeyê ya bi pileya 5.2 yê çêbuye, ji hemwelatiyên me re dibêjim derbasbûyî be. Me tîmên me yên parêzgehê ji bo li deverê lêkolînan bikin, me wan şand ciyê erdhejê. Em bûyeran ji nêzde dişopînin. Xwedê selametiyê bide Meletiyê û welatê me.”
Parêzgerê bajarê Meletiyê Aydın Baruş jî ragihand ku heya niha tişteka neyînî li deverê tineye.
Di sala 2020 an de jî li Puturgê bi pileya 6.8 erdhej çêbû bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin