Balafirên nasnamên wan nediyar Helebê bombebaran kirin

30 November 2024 18:42 0 dîtin
Balafirên nasnamên wan nediyar Helebê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Piştî bajarê Helebê ket destê hêzên muxalifê rejîma Sûriye, balafirên nasnama wan nediyar ji hewa de êrîş birin ser bajarê Helebê û tê gotin ku gelek kesên sîvîl mirine û birîndar bûne.

Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Sûriyê (SOHR)ê; îhtîmal dide ku ew balafir yên Rûsya bin û di êrîşê de 16 kes mirine û 20 kes birîndar bûne. SOHR her weha dibêje ku ji roja Çarşema borî heya niha di şerê navbera grûbên muxalif û rejîma Sûriyê de, 327 kes mirine.

Di 29ê Sermawezê de, grûbên çekdar yên muxalif ketin nav bajarê Helebê û piraniya bajêr xistin destê xwe. Grûba herî mezin ya muxalif grûba HTŞê ye ku gelek leşkerên Artêşa Azad a Netewî ya Sûriyê (SMO) tevlî HTŞê bûn e.