Balafireke ser a artêsa Îranê ket xwarê

21 February 2022 12:01 0 dîtin
Balafireke ser a artêsa Îranê ket xwarê

PeyamaKurd Li bajarê Tewrêz ê li bakurê rojavayê Îranê, balafireke şer a artêşa Îranê ket xwarê.

Ajansa Fars News a Îranê diyar kir, ew balafira şer li nav “stadyûmeke werzişî” ya bajarê Tewrêzê ketiye xwarê û hîn sedema ketina wê nayê zanîn.

Herwiha Pêwendiyên Giştî yên Binkeya Duyem a Cengî ya Şehîd Fekûrî ya Tewrêzê eşkere kiriye: “Balafireke şer li nav yarîgeha werzişî ya Şehîd Elîpûr ku dikeve bulwara Munecim ketiye xwarê û derbarê sedema vê bûyerê de lêkolîn tê kirin.”