Balafirekî li Konyayê ket û pîlot can da

07 April 2021 22:42 0 dîtin
Balafirekî li Konyayê ket û pîlot can da

PeyamaKurd – Li bajarê Konyayê li navçeya Karatayê balafira NF-5 ya aîdê ‘Stêrkên Tirk’ di wexta perwerdê de ket û ajotvanê wê Yzb. Burak Gençcelep can da. Pîlot Gençcelep bavê 2 Zarokan bû.

Tîma akrobasiyê ji Konya ji baregeha 3 yem ya Jetê bi hewa ketiye û balafir siet di 14.14 an de ketiye. Piştî ketina balafirê tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û helîkoptera leşkerî hatin şandin bo ciyê bûyerê û enkazê balafira ketî hat dîtin.