Balafirên ser ên Tirkiyê Gare û Metîna bombebaran kirin

19 April 2021 12:30 0 dîtin
Balafirên ser ên Tirkiyê Gare û Metîna bombebaran kirin

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê derdora hin gundên li nêzîkî quntara her du çiyayên Gare û Metîna bombebaran kirin. Li gor zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranan de zerarên canî çênebûne.

Li gor çavkaniya xwecîhî, îro Duşemê 19ê Nîsanê ji saet 01:00 heya 02:30an çar balafirên şer ên Tirkiyê, sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirin û her du gundên Kurku û Binav li quntara çiyayê Metîna li sînorê qezaya Amêdiyê bombebaran kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir, balafirên Tirkiyê herwiha gundê Kafiya û quntarê çiyayê Gare jî dane ber bombeyan.

Herwiha zanyarî didin zanîn, li herêmê şeş caran dengê bombebaranê hatiye bihîstin, lê navçeyên ku ketine ber êrîşê, avedan nînin û tenê baregehên gerîlayên PKKê lê hene, lê hinek caran xelkê navçeyê ji bo çinîn û komkirina giyayên biharê û çandiniyê diçin wan navçeyan.

Li gor zanyariyan, heya niha tu zerareke canî çênebûye, lê dengê bombebaranê û balafiran bû sedema tirs û dilgiraniyek mezin di nava xelkê navçeyê de.