Balafirên Tirkiyê gundekî li quntara Çiyayê bombebaran kirin

27 November 2019 13:54 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê gundekî li quntara Çiyayê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Duh bi şev balafirên Tirkiyê gundê Sergeynêl ê li quntara Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin ‎ku dikeve ser sînorê nehya Sengeser ser bi bajarokê Pişder. Rêveberê nehyeyê jî dibêje, ji ber tirs û xofê ‎bo demekê gund hat valakirin.‎

Rêveberê Nehyeya Sengeser Nehro Ebdulla got: “Bombebaranê 04.00ê ‎êvara roja Sêşemê destpê kir û heta 2 saetan berdewam bû. Balafirên Tirkiyê 6 caran sînorê ‎gundê Sergeynêl bombebaran kirin.”‎

Derbarê zirar û ziyanan bombebaranê de jî ‎Nehro Ebdulla got: “Zirareke zêde gihiştiye rez, bax û xaniyan, lê baş bû ti zirareke canî çênebû. Tenê ‎tirs li ba xelkê çêbû.”‎

Derbarê bombebaranê de şêniyê gundê Sergeynêl Şaho Qendîlî jî dibêje, ‎‎“Balafirên şer ên Tirkiyê zêdeyî heşt caran sînorê gundê me bombebaran kirin. Destpêkê du caran sînorê ‎gund bombebaran kirin û dengekî zêde hat, piştî 10 deqeyan car din bombebaranê destpê kir û çend ‎carên din berdewam bû.”‎

Sergeynêl gundekî nahyeya Sengeserê û ser bi qezaya Pişderê ve ye, nêzîkî 50 malan lê hene û bi gotina ‎Rêveberê Nahyeya Sengeser, derdora 150 kes lê dijîn. Gundên Sînemoke, Aşqulke, Biredê, Sûredê, ‎Kaskan û Şaroş hevsînorê hev in.‎