Balafirgeha Samê û ya Helebê ”bi tenê ji bo destûrên taybet” dîsa vedibin

14 December 2024 13:05 0 dîtin
Balafirgeha Samê û ya Helebê ”bi tenê ji bo destûrên taybet” dîsa vedibin

PeyamaKurd –Balafirgeha li bajarê Sûriyeyê Şam û Helebê yên ku ji 8ê kanûnê û vir ve girtî ne, ji bo “seferên taybet ên destûrdayî” ji nû ve hatin vekirin.

Li gorî peyamên NOTAMê yên ji aliyê karmendên balafiran ên li Sûriyeyê ve hatin belavkirin, seferên balafiran li balafirgehên Şam û Helebê yên Sûriyeyê ku ji 8ê kanûnê ve girtî ne, ji nû ve dest pê kirin. Di Notamê de hat gotin ku tenê “seferên bi destûr ên taybet” dikarin ji vê yekê sûd werbigirin.

Di peyamê de hat gotin, “Ji bilî seferên di çarçoveya destûrên taybet ên saziya hewayî ya sivîl de hemû seferên balafirgehê hatine rawestandin.”