Balyozê Hindistanê yê Ankara jiyana xwe ji dest da

21 June 2024 22:50 0 dîtin
Balyozê Hindistanê yê Ankara jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Balyozê Hindistanê yê Ankara Wirander Paul ji ber nexweşîna seretanê (pençeşêrê) jiyana xwe ji dest da. Ragihandin ji aliyê wezîrê karên derve yê Hindistanê Jaishankar de, di ser hesabê wî yê Xê de wekî peyama sersaxiyê hat belav kirin û di peyama xwe de weha got:

 “Em bi wefata balyozê me yê li Tirkiyê Wirander Paul gelek xemgînin. Ji bo wezareta karên derve wendayiyekî mezine. Di gelek karên wî de em bi hevre nêz xebitîn. Ez her wext heyranê girêdayiya wî ya kar û xizmeta wî bûm. Min gelek qedir da karê wî. Ji bo malbata wî ji dil û can sersaxiyê dixwazim.”