Balyozê Îngîltere yê Iraqê li ser ‘Îngîltere destêwerdana nav karên Iraqê dike’ daxwuyanî da
PeyamaKurd – Balyozxana Îngîltere ya Iraqê, piştî ku bi tewana ‘desttêwerdana nav karê Iraqê’ sûcdar kirin, balyozxane got ku ew gelek dilxweşin ku bi Iraqê re xebata xwe dewam dikin.
Berdevkê balyozxana Îngîltere yê li Bexdayê Dunya Tanoviç, bersivê li ser e-postayê şandiye ji bo Rûdawê û di bersiva xwe de li ser mijarê weha gotiye:
“Bi Iraqê re têkiliyên me kûr, dûr û dirêjin û îro li ser bingehekî nûjen û hevkariyekî îdeal dimeşe. Em kêfxweşin ku bi hevre dixebitin.”
Wezareta karên derve ya Iraqê berê bi sedema ku balyozxana Îngîltere ‘destê xwe dixe nav karên Iraqê’ nota dabû balyozxanê û gotibû ku balyozxane rewşa Iraqê reş nîşan dide.
Di bernama bi Rûdawê re balyozê Îngîltere yê Iraqê Stephen Hitchens ketibû ber gilî û gazinên hinek partiyên siyasî û xwestibûn ku balyoz lêborîna xwe bixwaze.
Balyozê Îngîltere yê li Bexdayê Stephen Hitchens di bernama bi televizyona Rûdawê re gotibû:
“Mîlîsên ne di bin kontrola dewleta Iraqê de, dikarin serê Iraqê bixin nav belayekî navdewletî û hetta dikarin Iraqê bixin nav şer.”
Wezareta karên derve ya Iraqê gotinên balyoz wekî mudaxeleya nav karên Iraqê rave kiribû. Li ser mijarê Nuri Maliki yê ku berê serokwezîrê Iraqê bû, gotibû ku divê balyoz lêborînê bixwaze.
Hitchens, di bernamê de, di dewama axaftina xwe de ji bo Rûdawê gotibû:
“Helbet rewşa asayîşa Iraqê ji ya berê sed car baştire lê hêjî tehdîdên li ser Îngîlîzan û li ser min hene. Hinek mîlîs ji me hez nakin. Ji ber wê, nikarim ji eqrebayên xwe re bêjim herin seredana Iraqê bikin. Ev ji kêmasiya kontrola asayîşê û kêmasiya kontrola çekan tê. Ez bende me ku gelek geştiyar seredana vî welatê xweş bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin