Balyozê Îtalya yê Iraqê xatir ji Serok Barzanî xwest
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tebaxê roja Yekşemê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê yê Iraqê Maurizio Greganti kir ku ji bo xatirxwestinê hatibû.
Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Îtalya yê Hewlêrê Michele Camerota jî amadehî kir de, Balyozê Îtalyayê yê Iraqê ku bi boneya bidawîhatina erkên xwe yên li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, tekezî li ser dostaniya di navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê de kir û hêvî xwest pêwendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir bibin.
Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Îtalyayê li Iraqê xwest û bal kişand ser têkiliyên navbera gelê Kurd û Îtalyayê ku ew pêwendî wekî dîrokî û dostane binav kirin.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de, metirsî û pêşhatên navçeyê, hebûna hêzên hevpeyman li Iraqê û girîngiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin