Balyozê Swîsreyê yê li Iraqê ji ber hilbijartinan pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

28 October 2024 13:30 0 dîtin
Balyozê Swîsreyê yê li Iraqê ji ber hilbijartinan pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd –  Balyozê nû yê Swîsreyê yê li Iraqê Daniel Hohn pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji ber biserxistina Hilbijartinên Dewra 6an ên Parlamentoya Kurdistanê.

Îro duşemê (28ê cotmeha 2024an) Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Swîsreyê yê li Iraqê Daniel Hohn kir.

Serokwezîr avakirina Balyozxaneya Swîsreyê ya li Bexdayê pîroz kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Balyozê Siwîsreyê Daniel Hohnn nîşan da ji bo bipêşdebirina pêwendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê li gel Swîsreyê.

Balyozê Swîsreyê daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê dupat kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Swîsreyê yê li Iraqê, pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji ber biserxistina hilbijartinên dewra 6an ên Parlementoya Herêma Kurdistanê.