Balyoza Amerîka: Serdana sanda Kurdistanê ya Bexdayê serkeftî bû

21 February 2023 19:37 0 dîtin
Balyoza Amerîka: Serdana sanda Kurdistanê ya Bexdayê serkeftî bû

PeyamaKurd - Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski li ser serdana dawî ya şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê peyamek belav kir û ragihand, ew serdan serkeftî bû.

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski îro 21ê Sibatê li ser Twîttera peyamek li ser şanda danûstankar a Herêma Kurdistanê ku ji bo çareserkirina kêşeyan serdana Bexdayê kiribû, peyamek belav kir.

Romanowskî di peyama xwe de got, çareserkirina kêşeyên hilawistî yên di navbera her du aliyan de dê xizmeta berjewendiyên netewî yên Iraqê bike û diyar kir, serdana dawiyê ya şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji bo gotûbêjkirina bûdçe û pirsên petrol û gazê serkeftî bû û wê ligel serbixwebûna sektora enerjiyê parastina aramiya herêmê bike.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah jî ragihand ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî serdana xwe ya 2 rojan bo Bexdayê, vegeriyaye Hewlêrê û got: “Hevdîtinên me dê berdewam bin heta ku em bigihin çareseriyekê ji bo kêşeyên hilawistî, bi taybet yasaya petrol û gazê û yasaya bûdçeyê.”