Balyozê berê yê Amerîkayê: Kêseya sereke ya Iraqê, hebûna netewe û pêkhateyên cuda ye

17 November 2021 12:13 0 dîtin
Balyozê berê yê Amerîkayê: Kêseya sereke ya Iraqê, hebûna netewe û pêkhateyên cuda ye

PeyamaKurd –  Siyasetmedar û Balyozê berê yê Amerîka yê li Iraqê Zelmay Xelîlzad, li Kobenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê axivî û diyar kir; sedema serîhildana DAIŞê li Iraqê, ji ber hejarî û tunebûna xizmetguzariyan e.

Zelmay Xelîlzad daye zanîn, sedema serîhildana DAIŞê li Iraqê, ji ber hejarî û tunebûna xizmetguzariyan e, ku wisa kiriye valahî ji bo komên tundrew çêbike, beriya niha rêxistina El Qaîde li Iraqê hebû, niha dikarin bibêjin ku DAIŞ kurê El Qaîde ye, ji ber vê yekê divê pêngavên aborî û dabînkirina xizmetguzarî û derfetên kar werin pêkanîn, da ku DAIŞ lawaz bibe.

Herwiha Xelîlzad eşkere kiriye: “Kêşeya sereke ya Iraqê, hebûna netewe û pêkhateyên cuda ye, heta wê astê di nav Kurdan de jî ev xal heye, ev bi xwe tiştekî baş e, lê belê li vir bûye kêşe, divê hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re li ser çend xalên hevbeş bigihin rêkeftinê, weke mînak 'destûr' ku hemû aliyan tîne cem hev, bila bibe xala gihîştina hev, eger destûr neyê cîbicîkirin, xelk li pey alternatîvekê digerin, loma hevgirtina li ser bingeha rêzgirtina hev, xelkê Iraqê dê ber bi serkeftinê bibe.” 

Zelmay Xelîlzad destnîşan kiriye: “Siberoja Iraqê di destê serkirdeyên Iraqê de ye, gelo ew ê li hev bikin an xelk li alternatîveke din bigere.”