Balyozê gistî yê Tirkiye li Mûsilê: Divê projeya deriyê Ovakoy bikeve rojevê

08 May 2021 16:01 0 dîtin
Balyozê gistî yê Tirkiye li Mûsilê: Divê projeya deriyê Ovakoy bikeve rojevê

PeyamaKurd –  Tirkiye piştî 7 sala balyozxaneya xwe ya giştî li Mûsilê vedike. Balyozê giştî yê Tirkiye li Mûsilê Mehmet Kuçuksakal, di derbarê vekirina balyozxaneyê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn: ‘‘Di demek nêz de Serokkomar Erdogan serdana Iraqê dike. Divê projeya deriyê Ovakoy bikeve rojevê, ev proje daxwaziya xelkê Musilê ye jî.’’

Projeya deriyê Ovakoy, ew e ku ji bilî deriyê Brahîm Xelîl, deriyekî din vekin, da ku bêyî ku bikevin axa Kurdistanê, rasterast herin Mûsilê, herwiha armanc baypasskirina axa Kurdistanê û taybetî jî deriyê Brahîm Xelîl e.

Balyoz Mehmet Kuçuksakal di berdevamiya daxuyaniya xwe de diyar dike: ‘‘Em ji bo xelkê Iraqê cihê baweriyê ne. Heçî kesên ji van deveran direvin, xwe li Tirkiye digrin.’’

Projeya Ovakoy Tirkiye ya bi dilê Iraqê ye jî. Dixwazin Kurdistanê baypass bikin, heta bi awayekî ablokayekî, li dora başûrê Kurdistanê bi vê projeyê pêk bînin.