Balyozê Îranê yê li Kîevê Menûçehir Muradî ji Ukraynayê hat qewirandin

24 September 2022 13:11 0 dîtin
Balyozê Îranê yê li Kîevê Menûçehir Muradî ji Ukraynayê hat qewirandin

PeyamaKurd – Çapemeniya Ukraynayê ragihand, bi Fermana Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky, Balyozê Îranê yê li Kîevê Menûçehir Muradî ji Ukraynayê hat qewirandin.

Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê eşkere kir, ji ber hevkariyên Îranê yên ji bo Rûsyayê, hikûmetê biryar daye ku têkiliyên xwe yên dîplomatîkî li gel rejîma Îranê qut bike û di vê çarçoveyê de jî weke yekem pêngav, balyozê Îranê hatiye qewirandin û wê di pêngava duyem de jî hejmara dîplomatên Îranî yên li Ukraynayê bên kêmkirin.