Balyozê Koreya Basûr bi xwendina straneke Kurdî xatir ji Kurdistanê xwest

26 January 2022 10:30 0 dîtin
Balyozê Koreya Basûr bi xwendina straneke Kurdî xatir ji Kurdistanê xwest

PeyamaKurd Balyozê Giştî yê Koreya Başûr Choi Kwang-jin, bi xwendina straneke Kurdî, xatir ji erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê xwest.

Strana ku Choi Kwang-jin dixwîne, bi giştî qala jiyana awareyan dike û bi taybetî jî jiyana zarokên li nava kampan. Di dawiya vîdeoya stranê de ku bi jêrnivîsa Kurdî (zaravayê Soranî) hatiye belavkirin, hejmarek wêneyên Balyozê Giştî yê Koreya Başûr derdikevin, ku çalakî û alîkariyên Choi Kwang-jin ji bo awareyan nîşan dide.

Balyozê Giştî yê Koreya Başûr, do roja Duşemê 24ê Çileya 2022yan ji bo xatirxwestinê û ji bo bidawîbûna erkê xwe, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû.

Choi Kwang-jin di serdana xwe de spasiya hemahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû û ragihandibû ku ew Kurdistanê weke mala xwe ya duyem dibîne û mîhrebanî û mêvandostiya xelkê Kurdistanê jî jibîr nake.

<>