Balyozê Rûsyayê daxwaza sazkirina civîna Encûmena Asayîsa Navdewletî kir

05 April 2022 13:31 0 dîtin
Balyozê Rûsyayê daxwaza sazkirina civîna Encûmena Asayîsa Navdewletî kir

PeyamaKurd Balyozê Rûsyayê yê li Encûmena Asayîşê ya li Neteweyên Yekbûyî, di derbarê rewşa bajarê Bucha yê Ukraynayê de, daxwaza sazkirina civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî kir.

Balyozê Rûsyayê Vasily Nebenzya da zanîn, tohmetên Ukraynayê “çêkirî” ne û got, armanc ji wan îdiayan têkdana navê artêşa Rûsyayê û pêşandana wê bi awayekî “nemirovane” ye.

Balyozê Rûsyayê daxwaza civîna Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî kir, da ku di saet 10ê roja Sêşemê bi dema New Yorkê (Saet 17:00 bi dema Hewlêrê) were sazkirin ji bo bersiva tohmetên Ukraynayê bide.

Vasily Nebenzya destnîşan kir: “Niha eger em bi hûrî berê xwe bidin wan termên li ser cadeyên Buchayê ketine, ku qet berî bicîhhiştina Rûsyayê li wan cihan nebûn û ji nişka ve li ser wan cadeyan hatin xuyakirin, yek bi yek li rast û çepê cadeyan, hejmarek ji wan dilebitin û nîşana zindîbûnê derdixin; hûn nikarin xwe ji wê rastiyê bidin alî ku ev çêkirî ye, sexte ye û bêzarkirina Rûsyayê ye.”

Piştî vekişîna hêzên Rûsyayê, bi sedan meytên kesên sivîl li cade û kolanên bajêr hatin dîtin. Ukrayna û welatên rojavayî Rûsyayê bi kuştina welatiyên sivîl û encamdana tawana şer li bajarê Bucha yê li bakurê rojavayê Kîevê tohmetbar dikin.