Balyozê Tirkiyê yê Lîzbonê di behrê de nexwes ket û li nexwesxanê can da
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku balyozê Tirkiyê yê Lîzbon a Îspanyayê Murat Karagöz di wexta li navça Fethiyê ya bajarê Mûğlayê dikeve behrê da avjeniyê bike, rewşa wî xerab dibe û wî dibin nexweşxanê. Li ber behrê rizgarkiroxên otêlê û paşî tîmên ewlehiya peravê mudaxele dikin da wî rizgar bikin. Bûyer seet di 19.00an de diqewime. Wezareta karên derve ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Em gelek xemgînin ku ji nîşka de balyozê me yê Lîzbonê Murat Karagöz jiyana xwe ji dest da. Jê re ji Xwedê rehmetê û ji malbat û mirovên wî û hem ji wezareta me re sersaxî û sebrê dixwazin. Riha wî şad be û mekanê wî bihişt be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin