Baroya Diyarbekirê li ser Gistînameya Serokkomariyê doza betalkirinê vekir

01 February 2022 12:35 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê li ser Gistînameya Serokkomariyê doza betalkirinê vekir

PeyamaKurd Baroya Diyarbekirê, li ser Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê `Çalakiyên Ragihandin û Weşanê` doza betalkirinê vekir.

Li gor zanyariyan, Baroya Diyarbekirê di derbarê Giştînameya Serokkomariyê  ya bi navê Çalakiyên Ragihandin û Weşanê ku 29ê Çileya 2022an hatibû belavkirin de, doza betalkirinê vekir.

Baroya Diyarbekirê vê giştînameyê wek metirsiyeke li ser cewhera azadî û mafên bingehîn û dijî rêgeza qanûnê pênase dike û dibêje “Armanca vê giştînameyê ew e ku sansûrê li ser azadiya çapemenî û medyayê ferz bike û astengiyan ji azadî û mafên bingehîn yê mirov re çêbike.”

Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê Çalakiyên Ragihandin û Weşanê 29ê Çileya 2022an bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û Erdogan got ew armanc dikin ku ji bo zirara amûrên ragihandinê kêmbikin û bo vê yekê jî tedbîran werdigrin.