Baroya Diyarbekirê li ser kustina zarokekî 7 salî li Sirnexê daxuyaniyek belav kir

04 September 2021 16:29 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê li ser kustina zarokekî 7 salî li Sirnexê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê li ser kuştina zarokekî 7 salî li Şirnexê ji aliyê wesayîteke zirxî ve daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Encamderên tawanê bê ceza mane.”

Li taxa Turgut Ozal li Hezexa ser bi parêzgeha Şirnexê ve, wesayîteke zirxpoş li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu qewimî.

Mîhraç Mîroglu yê 7 salî, ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Lê tevî hemû hewldanan jî Mîhraçê biçûk can da. 

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê jî li ser hejmara xwe ya Twitterê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, di bûyerên bi vî rengî de encamder heta niha bê ceza mane û ev jî dibe sedema zêdebûna bêkontroliya hêzên emnî.

Di daxuyaniyê de tê tekezkirin ku tedbîrên pêwîst ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve nayên wergirtin ji bo rêlibergirtina bûyerên bi vî rengî û tê gotin: “Dagirtina qadên lîstikê yên zarokan bi wesayîtên zirxî, bandoreke xerab li ser jiyana rojane û derûniya zarokan çêdike û dibe sedem ku zarok di nav rewşeke tundûtûjî û tirsê de bijîn.”

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê bang li aliyên pêwendîdar kir ku lêpirsîneke bilez û karîger li ser vê bûyerê birêve bibin û tekez kir ku ew dê ji nêzîk ve proseya dadgehê ya derbarê vê bûyerê de bişopînin.