Baroya Diyarbekirê: Mafê jiyanê bi awayê kêfî hatiye binpêkirin
PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê li ser kuştina welatiyê bi navê Mikail Ekinci ku li Çermûgê bi guleya hêzên ewlekariyê hatibû kuştin, daxuyanî da.
Li navçeya Çermûgê ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê doh 1ê Nîsanê hêzên ewlekariyê li gundê Angacê ji bo Mikail Ekîncî yê 28 salî ku wek gumanbarê cinayeta 2 sal berê derbarê wî de lêgerîn hebûye operasyonek pêk anîbûn û bi îdiaya ku guh nedaye hişyariyê û ranewestiyaye jî gule lê reşandibûn.
Malbata Ekinci dibêje, cendermeyan raste rast gule berdane wî û bi guleya ku li dilê wî ketiye can daye. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Çermûgê lêpirsîn da destpêkirin.
Baroya Diyarbekirê jî ragihand ku bi awayekî kêfî, nehiqûqî û bêpîvan bikaranîna çekê ya ku mafê jiyanê binpê dike nayê qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku ew bûyera li navçeya Çermûgê dişopînin û nabe bi ti hincetekê mafê jiyanê bê binpêkirin û daxwaza lêpirsîneke bilez û bi bandor li ser bûyerê hat kirin.
Baroya Diyarbekirê da zanîn: “Li seranserê Tirkiyê tê dîtin ku her diçe hêzên ewlekariyê sînorê erkê xwe derbas dikin û bûyerên binpêkirina mafê jiyanê û kêfî bikaranîna çekê zêde bûne. Tê dîtin ku hêzên ewlekariyê di encama berpirsyartiya gotinên wek “pêşbînî û gumanbar” de mafê jiyanê yên mirovên sivîl binpê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin