Baroya Îstenbolê destekê da jinên Îranê û parêzerên jin pora xwe kur kirin

22 October 2022 19:20 0 dîtin
Baroya Îstenbolê destekê da jinên Îranê û parêzerên jin pora xwe kur kirin

PeyamaKurd – Baroya Îstenbolê dema wê serokê nû ji bo baroyê hilbijartina, 2 jinên parêzer derketin ser kursî û ji bo destekê bidin keça Kurd ya rojhilatî Mahsa Emînî, li ser kursî porê xwe kur kirin. Parêzera jin Selin Nakipoğlu got:

“Mahsa Emînî ji bo jinên Îranê bûye sembola azadî û laîqiyê û ez mecbûrim ji bo wê vêya bikim. Ev ji bo Mahsa Emînî û hevkariya temamê jinên dinyayê ye.”

Di kongra baroya Îstenbolê de ku ji baroyên dinyayê yekî herî mezine, li Navenda Kongra Xelîcê dest bi kongra xwe kir û wê 2 roj dewam bike. Di roja yekem ya kongrê de, ji bo destekê bidin jinên li seranserê Îranê, piştî axaftinan 2 jinên parêzer porên xwe kur kirin.