BBC: Li gorî rayedarên Brîtanyayê, îstîxbarata navxweyî ya Rûsyayê bi fermana Pûtîn balafira Prigojin xist

24 August 2023 20:37 0 dîtin
BBC: Li gorî rayedarên Brîtanyayê, îstîxbarata navxweyî ya Rûsyayê bi fermana Pûtîn balafira Prigojin xist

PeyamaKurd – Televîzyona Brîtanî BBC îdia kir, saziya îstîxbarata navxweyî ya Rûsyayê Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) li pişt kuştina Yevgeniy Prigojin, damezrînerê koma çeteyên Rûsî Wagner, di balafira taybet a ku li Tverê ketibû, heye.

Li gorî nûçeya BBC ya ser bi rayedarên Îngilîstanê, balafira ku avakerê koma çete ya Rûsyayê Wagner Yevgeniy Prigojin û 9 kes bi wan re bû, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji aliyê FSB'ê ve hatiye xistin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, dilsoziya FSBê ya bi Pûtîn re nayê nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku di jehrîkirina muxalîfê Rûs Alexey Navalny de destê vê xizmetê heye.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand, do li herêma Tverê di encama ketina balafireke taybet de 10 kes mirin.

Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) ragihand ku damezrînerê Wagner Yevgeniy Prigojin jî di nav kesên ku di qezayê de mirine heye.

Di hin kanalên Telegramê yên ku tê zanîn nêzî Wagner in, hat îdiakirin ku balafir ji aliyê pergalên parastinê yên artêşa Rûsyayê ve hatiye xistin.

Prîgojîn bi şervanên xwe yên kirêt ve di 24’ê Hezîranê de li dijî dewleta Rûsyayê dest bi serhildaneke çekdarî kir. Serhildan bi destwerdana Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko qediya.