Belen Abdullah: Polîs û Hasdî Sabî demografiya herêmê guhertiye
PeyamaKurd- Li gor ragihandina endamê serokatiya Partiya Kedkarên Kurdistanê Belen Abdullah ku bo Basnewsê ragihandiye; li ser sînorê Kerkûkê, endamên İŞİDê bi dilê xwe tevdigerin û car din xwe birêxistine. Belen Abdullah got ku herêmeka Kurd heye ku di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de dimîne û piştî pêşmerge vekişiya, İŞİD î yên terorîst ji nû de serî rakirine.
Belen Abdullah got ku Haşdî Şabî û polîsên federal yê Iraqê demografiya herêmê guhertine, bi hatina malbatên Ereb bo herêmê, İŞİD ji nûh de vejiya ye.
Berdevkê wezareta karên hundir yê Iraqê Seîd Meîn jî ragihandiye ku îstîxbarata polîsan û tûxaya polîsan ya 12 emîn,li Kerkûkê li navçeya Dûbizê,li gundên Menîsûriye û Sedeyê bi hevkarî operasyon kirine. Di operasyonê de 45 mayîn,9 fuze, 30 teqemeniyên ku bi dest hatine amadekirin,2 heb ceketên bi maddeya C4 ê bo teqînê amadekirî û 15 heb alav bidest xistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin