Belgeya nepen a hurgiliyên êrîsa Îsraîlê ya ser Îranê hate belav kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku plana êrîşa bersivdanê ya Îsraîlê bi ser Îranê de, ji aliyê hesabekî Telegramê yê bi ser Îranê ve hatiye eşkere kirin.
Li gorî belgeyên hatine îfşa kirin, hurgiliyên plana Hêzên Asmanî yên Îsraîlê ya êrîşê û stratejiyên wê cî digirin.
Di parvekirina planê de hatiye gotin ku çavkaniyeke îstixbarata Amerîkî belgeyeke gelekî nepen a bi dîroka 15-16ê Cotmehê ya amadekariyên êrîşa Îsraîlê bi wan re parve kiriye.
Di belgeyê de behsa amadekariyên Îsraîlê tê kirin û tê gotin, di vê çarçoveyê de artêşa Îsraîlê bi balafirên bêmirov û moşekên ji erdê bo ezman tetbîqat kiriye.
Li ser mijarê rayedarekî Îsraîlî ji Rojnameya The Jerusalem Post re ragihandiye ku ew ji dizî û îfşakirinê agahdar in û mijarê gelekî cidî digrin.
Li gorî nûçeya CNNê jî çavkaniyeke Amerîkî diyar kiriye, her çiqas îfşakirina belgeyê gelekî cidî be jî wê ti bandorê li plana Îsraîlê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin