Berdevkê AKP ê Çelîk: “Ne raste me bertek nîsanî pûla Herêma Kurdistanê nedaye”
PeyamaKurd – Berdevkê AKP ê Ömer Çelik li ser mijara bi sedema seredana Papa Franciscus bo Herêma Kurdistanê, hukumeta Herêma Kurdistanê pûlekî çêkiriye û li ser nexşeyê çend bajar ji Bakûrê Kurdistanê di nava nexşeyê de nîşan dane.
Berdevkê AKP ê Ömer Çelik di ser hesabê xwe yê medya civakî û di civîna çapemeniyê ya duhî de mijarê ragihand ku ew li benda bersiva Hukumeta Herêma Kurdistanê ne.
Berdevkê AKP ê Ömer Çelik weha got:
“ Min duhî jî tewrê me ya li hemberê mijarê ragihand ku dibêjin ‘hukumet bertekê nîşan nade’ gotinên wan rast nînin. Ew serokkomarê me, hukumeta me û îttîfaqa Komar xistine hedefa xwe û ev kiryar bê mêjîtiye.”
Hukumeta Herêma Kurdistanê bersiva mijara pûlê da. Li ser mijarê berdevkê hukumeta Herêma kurdistanê Cotyar Adil bersiva Tirkiyê da û weha got:
“Pûleka ku biryara çapa wê hatibe dayîn, heya niha nehatiye erêkirin. Pûl dê li gor destûrê û hûqûqê bê dîzaynkirin. Hunermend reşbeleka hinek pûlan ku dixwazin çap bikin çêkirine lê heya niha ti biryar tineye ku yek pûlekî ji wan bê çapkirin.”
Hinek partiyên muxalif yên Tirkiyê li ser mijarê zorê didin AKP ê û dibêjin çima hukumeta Tirkiyê bertekê nîşanî vê mijarê nadin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin