Berdevkê HDPê Kubilay serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê nirxand
PeyamKurd - Partiya Demokratîk a Gelan HDP serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê bi girîngî dinirxîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya dîplomasî û danûstandinê girîng dibînin.
Berdevkê HDPê Gunay Kubilay di derbarê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê û danûstandinên wî yên ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re, li Enqerê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ku w ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya dîplomasî û danûstandinê girîng dibînin.
'Em hêvî dikin serdana Mesrûr Barzanî bibe sedema bidawîbûna şerê li Sûriyê û siyaseteke aştîxwaz'
Berdevkê HDPê Gunay Kûbîlay got aşitî û demokrasiya Rojhilata Navîn, aramanca me ya siyasî ye. Lewma em ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû danûstandin û rêyên dîplomasiyê girîng dibinin:
“Ji ber vê yekê em serdana Mesrûr Barzanî di asta rexnekirinê de nabînin. Lê em hêvî dikin serdana Mesrûr Barzanî bibe sedema bidawîbûna şerê li Sûriyê û siyaseteke aştîxwaz. Em hêvî dikin ev serdan ji bo azadî û aştiya xelkên Sûriyê û bakurê Sûriyê ku bikaribin çarenûsa xwe bi azadî diyar diyar bikin, bibe pêngavek. Em hêvî dikin ev serdan di vê çarçoveyê de pêk hatibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin