Bereya li dijî Erdogan û Bahçelî amadehiyan dike
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wê sibê serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bike.
Li gor agahiyan hevdîtina herdu serokan wê saet 15.00an li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê pêk bê.
Hat ragihandin di hevdîtinê da Kiliçdaroglu û Karamaoglu wê behsa îttifaqê ya ji bo hilbijartina herêmî bikin û li ser vê mijarê wê fikrên xwe parve bikin.
Piştî ku Bahçelî ragihand di hilbijartina şaredariyan de bi AKPê re tifaqê nake û piştre ji vê biryarê paşde gav avêt muxalefet jî li pey tifaqeke nû ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin