Berlîn: Elon Musk hewl dide bandorê li ser hilbijartinên Almanyayê bike

30 December 2024 20:00 0 dîtin
Berlîn: Elon Musk hewl dide bandorê li ser hilbijartinên Almanyayê bike

PeyamaKurd – Piştî demek berê karsazê Amerîkî yê kesê herî dewlemendê cîhanê Elon Musk, piştevaniya xwe bo Partiya Rastgir a Almanyaya Alternatîf (AfD) eşkere kir, hikûmeta Almanyayê daxuyanî da.

Berdevkê hikûmeta federalî ya Almanyayê, bertek nîşanî Elon Musk da ku hewl dide bi piştgiriya rastgirên tundrew bandorê li ser hilbijartinên meha Sibatê bike û ragihand, ev tewşîtî ye, lê raste ku Elon Musk hewl dide bandorê li ser hilbijartinan bike.

Berdekê Hikûmetê diyar kir, Musk piştevaniya partiyeke rastgira tundrew dike û dixwaze bo wê deng bên dayîn.

Herwiha got, azadiya derbirina ramanê ji aliyekî din ve jî her cûre tewşîtiyan li xwe vedihewîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Elon Musk di hilbijartinên 5ê Mijdarê yên seroktiya Amerîkayê de bi eşkereyî piştevaniya Donald Trump kiribû ku wek serokê Amerîkayê ji nû ve hate hilbijartin. Biryare Musk jî wek şêwirmendekî Trump di rêveberiya Amerîkayê de cî bistîne.