Berpirsên Brîtanî û Tirk li Enqereyê li ser rewsa Sûriyê dicivin
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn, Afrîkaya Başûr, Afgansitan û Pakistanê Hamish Falconer 3yê Adarê li Enqereyê dicivin.
Hate zanîn ku her du alî dê di civînê de li ser rewşa Sûriyeyê û rûdanên li cîhan û herêmê gotûbêjan bikin.
Nuh Yilmaz, dê di civînê de nerîna Tirkiyeyê ya li ser ewlehî, aramî û rewşa Sûriyeyê ji muxabatabê xwe re vebêje.
Hate diyarkirin, wê girîngiya piştevaniya navdewletî ya bo hewlên avakirina hikûmeteke merkezî li Sûriyeyê û rakirina dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê bên axaftin.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Nuh Yilmaz wê destnîşan bike ku ddi paşeroja Sûriyeyê de cihê terorê nîne û divê Îsraîl dawî li çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin