Berpirsê Amerîkî: Wê Sûdan di nav 4 rojan de ji lîsteya terorê bê derxistin
PeyamaKurd - Berpirsekî Amerîkayê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ragihandiye ku wê Sûdan di nav 4 rojan de ji lîsteya welatên piştgiriya terorê dikin were derxistin.
Heman berpirsê Amerîkî ji rojnamevanên medya Sûdanê re daye xuyakirin, Sûdan 14ê Kanûnê ji lîsteya welatên piştevaniyê didin terorê tê derxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Sûdan yek ji wan welatan e ku piştî Îmarat û Behreynê dest bi danûstandinên asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê kiriye ku tenê astengek li ber hebû ew jî lîsteya terorê ya Amerîkayê bû.
Derxistina ji lîsteya terorê piştî hilweşandina dîktatoriya Omer Beşîr ketibû rojevê û Serokê Amerîkayê Donald Trump meha Cotmehê biryar dabû navê Sûdanê ji lîsteya welatên piştgiriya terorê kin were derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin