Berpirsê berê yê Îranê eskere kir: Ji destpêkê ve armanca me çêkirina bombeya atomî bû!
PeyamaKurd - Di demeke ku danûstandinên Vîyenayê yên ji bo vegera peymana nukleerî ya nehiştina xwedîbûna çekên nukleerî bo Îranê berdewam dikin de, Cîgirê Serokê berê yê Parlamentoya Îranê Elî Muteherî daxuyaniyeke balkêş da.
Elî Muteherî eşkere kir ku ji destpêka danîna bernameya nukleerî ya Îranê ve armanca wan çêkirina bombeya atomî bûye.
Muteherî di hevpeyvîneke ligel weşana Başgahê Xeberguzarî Danişcûyanê Îran de gotiye: “Her ji heman destpêka ku em çûne nav çalakiya nukleerî, armanca me çêkirina bombeya atomî ya ji bo bihêzkirina şiyana berevaiyê bû, lê me nekarî bi awayê veşartî vê meselê biparêzin û ev yek zû hate eşkerekirin.”
Berpirsê Îranê daye zanîn, wan her ji destpêkê ve rasterast dest avêtiye meyandina Uranyomê ku bibe bikarin bombeya atomî çêbikin.
Hêjayî bîrxistinê ye, beriya niha jî Elî Ekber Haşimî Refsencanî di daxuyaniyeke xwe de gotibû, Îran di serdema şerê Îran û Iraqê de di hewla berhemanîna bombeya atomî de bûye, lê nekariye pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin