Berpirsên Îranê dixwazin navê gundekî Kurdan bikin Tirkî, gundî qebûl nakin

01 September 2023 20:50 0 dîtin
Berpirsên Îranê dixwazin navê gundekî Kurdan bikin Tirkî, gundî qebûl nakin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku gundê Sorikê yê bajarê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber lehiyê wêran bûye ji nû ve dê bê avakirin û navê gund li şûna Kurdî navekî Tirkî lê bikin.

Rêveberên bajarê Makûyê, hewl didin gundê Sorikê vala bikin û gundekî din çêbikin û navê wê yê kurdî jî biguherînin.

Hate zanîn ku piştî rabûna lehiyê ku 35 xaniyên gundê Sorikê yê navçeya Borelanê wêran bûn, cihê gund dê were guherandin û Berpirsên Fermangeha Niştecîkirina Makûyê ji gundiyan re ragihandine, wê li şûna gundê sorikê bi navê Yeni Kizilca gundekî nû bê avakirin.

Xelkê gundê Sorikê ji guhertina cihê gund re tiştekî nabêjin, lê qebûl nakin ku navekî Tirkî li gundê wan bê kirin û li dijî wê derdikevin. Gundî dixwazîn navê gund, Sorik yan jî Sorika Nû be, navê tirkî lê neyê kirin.

Hêjayî gotinê ye, navçeya Borelan a bajarê Makûyê li bakurê parêzgeha Urmiyeyê hevsînorê Bakurê Kurdistanê ye û 16 gundan li xwe digire. Ji ber nebûna xizmetê û bêkariyê piraniya gundiyan koçî bajaran kirine.