Berpirsên Tirkiye û Iraqê wê li Bexdayê li ser kêseya avê bicivin
PeyamaKurd – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Reşîd Hamdanî, ragihand ku wê berpirsên Tirkiye û Iraqê li Bexdayê li ser kêşeya avê bicivin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Reşîd Hamdanî li ser mijarê hevdîtinek bi Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Alî Riza Guney re pêk aniye û tê de behsa dosyeya avê ya navbera Iraq û Tirkiyê hatiye kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê piştî meha Remezanê di navbera şandên Iraq û Tirkiyê de li Bexdayê civînek li ser mijara avê û kêşeyên di wê derbarê de were sazkirin.
Wezîrê Iraqê daye xuyakirin ku wan ji Tirkiyê rne gotiye ku ew dixwazin li ser mijara avê bi awayekî lezgîn protokelekê îmze bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ava ku ji çemên Bakurê Kurdistanê yên Dicle û Firatê diçe nav erdên Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek caran kêm dibe û ew jî dibe sedema kêmbûna avê li Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin