Bersiva Pentagonê: Gelo Ukrayna wê çekên Amerîkî li ser axa Rûsyayê bi kar bîne?
PeyamaKurd – Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh diyar kir ku wê nûçeyên li ser îdiayên 'destûra bikaranîna çekên DYAyê li ser axa Rûsyayê' dîtiye, lê "nekariye piştrast bike".
Pentagonê bersiv da îdiayên Ukraynayê yên 'destûra bikaranîna çekên DYAyê li ser xaka Rûsyayê' da. Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh agahî da rojnamevanan.
Singh ji bo pirsên ku di derbarê nûçeyên di medyaya Amerîkî de hatine kirin de ku dibêjin rêveberiya Biden wê di derbarê Ukraynayê de gaveke nû bavêje û destûrê bide bikaranîna sînorkirî ya çekên dûravêj ên Amerîkî li ser axa Rûsyayê, Singh wiha bersiv da, "Hê hûrgiliyên min li ser vê yekê tune ne."
Wê herwiha diyar kir ku wê ew nûçe dîtiye lê "nekariye wê piştrast bike" û tevî pirsên berdewam dev ji şîroveyan berda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin