Berteka Iraqê li hember bombebarana Amerîkayê ya ser binkeyên Hesda Seibîyê!
PeyamaKurd – Yekem berteka Iraqê ji bo bombebarankirina baregehên Heşda Şeibî yên li Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve hat. Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Eracî ragihand, ku armanckirina baregehên Heşda Şeibî li Qayim û Curf Sehr binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Kasım Araci li ser hesabê Xê derbarê hedefgirtina baregehên Heşdî Şeibî yên Amerîkayê de daxuyanî da.
Kasım Araci bertek nîşanî êrîşan da û diyar kir ku ev êrîş binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.
Araci diyar kir ku ev êrîş wê nebin sedema kêmkirina rageşiya li herêmê û got ku divê DYA li şûna ku navendên saziyên neteweyî yên Iraqê bike hedef, ji bo rawestandina êrîşên li ser Xezeyê zextê bike.
Balafirên şer ên Amerîkayê baregehên Heşda Şeibî yên li parêzgehên Enbar û Babilê yên Iraqê bombebaran kirin.
Hedefa yekem a firokeyên Amerîkayê baregeha Sikê ya Ketaib Hizbullahê li navçeya Qaymê ya Enbarê bû. Armanca duyemîn jî qada perwerdeyê ya Heşda Şeibî ya li herêma Curf El-Sakhar a parêzgeha Babilê bû.
Fermandariya Operasyonên Heşda Şeibî ragihand ku di êrişa ser navenda wan a li Enbarê de endamekî wê yê bi navê Elî Enwer Sebîh Seidî hatiye kuştin û 4 endam jî birîndar bûne.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Lloyd Austin di daxuyaniyekê de ragihand, ew êriş bersiveke rasterast e li ser zincîreyeke êrişên komên ser bi Îranê yên li dijî hêzên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê.
Austin ragihand ku bi talîmata Serok Joe Biden, Amerîkayê 3 navendên ku ji aliyê komên milîs ên bi piştgiriya Îranê ve li Iraqê tên bikaranîn, xistin.
Di destpêka vê hefteyê de, nêzîkî 20 moşek li baregeha Eyn el-Esed a Amerîkî li parêzgeha Enbarê ketin.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di encama êrişê de ziyanên madî çêbûne û 4 leşkerên ku ji êrişê bandor bûne hatine dermankirin û vegeriyane ser karê xwe. Di êrîşê de efserekî Iraqî jî birîndar bû.
Li baregeha Amerîkayê sîstema berevaniyê ya Patriot heye, lê 2 moşekan ji sîstemê xilas bûn û li baregehê ketin. Tûgayên Ketaib Hizbullah û Nuceba yên Iraqê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin