Bestas bertek nîsanî parvekirina Kiliçdaroglu ya li ser Doza Kobanî da!
PeyamaKurd – Li ser medyaya civakî bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Giştî yê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya ku li hember biryarên Doza Kobanî bertek nîşan da bû.
Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş jî di nav kesên bertek nîşan da de bû.
Kiliçdaroglu di nivîsa xwe de ev daxuyanî bi kar anî:
"Îro terazûya edaletê careke din hat şikandin...
Mixabin li welatê me jî wek her welatekî ku desthilata yasadanîn, cîbicîkar û dadwerî radestî kesekî tenê tê kirin, deriyê lêgerîna edaletê ji kesên heq û mezlûm re hatiye girtin û xizmeta berjewendî û xizmên dîktatoran dike.
Divê kes ji bîr neke ku derbasbûna hemû biryarên îro tên dayîn bi qasî dema desthilatdariya desthilatdar e. Van biryaran di wijdan û li ber çavê miletê me de tu bandorê nake.
Ji ber vê yekê hûn nikarin destên rejîmên dîktator bihejînin û bibin amûrê pergalê!
Ev hemû tişt ne normal in, ne wijdanî û ne jî exlaqî ne. Têkoşîna desthilatdariya otorîter yekane bijardeya me ya li ser vê rêyê ye. Divê hemû demokrat vê rastiyê bibînin."
Beştaş anî bîra Kiliçdaroglû ku di sala 2016an de ji bo pêşniyara rakirina parêzbendiyan gotibû 'li dijî Destûra Bingehîn e, lê belê'.
Beştaş got, dema we got 'li dijî Destûra Bingehîn e, lê belê' yekemîn şikestin çêbû ku we ji rakirina parêzbendiyan re got erê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin