Betlaneya Newrozê ya Herêma Kurdistanê, hat ragihandin

16 March 2023 15:30 0 dîtin
Betlaneya Newrozê ya Herêma Kurdistanê, hat ragihandin

PeyamaKurd- Ji aliyê Ofisa Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat eşkerekirin ku rayedarên hikûmetê, betlaneya fermî ya Cejina Newrozê ragihand.

Di daxuyaniya ku ji qada Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat ragihandin de hat diyarkirin ku ji bo Cejina Newrozê ya îsal, dema betlaneyê hatiye destnîşankirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rojên sêşem, çarşem û pêncşemê ango di 21, 22 û 23yê Adara 2023yan dê li Herêma Kurdistanê hemû sazî di betlaneya fermî de bin.

Her wiha hat diyarkirin ku di 26ê Adarê de jî dê hemû sazî, bi awayê fermî dest bi karên xwe bikin.