Bexda | Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan bi aliyên Iraqê re hevdîtinan pêk tîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiriye û di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Serokê Giştî yê Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunnî ya li Iraqê Hamis Xencer re civiyaye.
Li gorî ragihandina medya Iraqê, doh 10ê Îlonê Şemiyê Serokê MÎTê Hakan Fîdan li Bexdayê di çarçoveya çend serdanan de bi Serokê Giştî yê Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunnî Hamis Xencer re hevdîtin pêk anî û çar li rê ye bi rayedarên hikûmet û siyasetmedarên Iraqê re jî bicive.
Hat diyarkirin ku serdana Hakan Fîdan a Iraqê ji ber sedema qeyrana siyasî ya li Iraqê û Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li dijî PKKê ne ku li nav sînorên Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bombebarana cihekî geştyarî li bajarê Zaxoyê ku di 20ê Gulanê de 9 welatiyên sivîl hatibûn kuştin, hikûmeta Iraqê xwestibû Tirkiye leşkerên xwe ji nav Iraq û Herêma Kurdistan vekişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin