Bi besdariya Fuad Husên înîsiyatîfa rawestandina serê Ukrayna-Rûsya hat destpêkirin
PeyamaKurd - Wezîrên Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel wezîrên çend welatên din yên erebî însiyatîfa rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya dan destpêkirin.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, doh 2yê Nîsanê wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna wezîrên derve yên Misir, Sûdan, Cezayir û Urdinê bû ku bi serokatiya sekreterê giştî yê Yekitiya Erebî hat lidarxistin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, di civînê de behsa rewşa welatên erebî bi taybet bandora şerê Ukrayna û Rûsya û herwiha hewlên rawestandina wî şerî hatiye kirin.
Herwiha hat gotin, di civînê de wezîrên derve yên welatên erebî biryar dan însiyatîfeke rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya bidin destpêkirin, ji bo wê jî bi berpirsên Rûsya û Ukrayna re hevdîtinan pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin