Bi besdariya Serok Barzanî Pêsangeha Pirtûkan a Hewlêrê vebû
PeyamaKurd - Serok Barzanî îro çarşemê (03.04.2019) beşdarî vekirina Çardemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bû.
Serok Barzanî beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bû û serdana dezgehên weşangerîyê ku li fuarê stand vekirine kir.
Di merasîmê de siyasetmedar Eyad Ellawî, Serokê Dezgeha Meda ya Iraqê Fexredîn Kerîm, Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û Parêzgarê Rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek rayedar û kesayetên din jî amade bûn.

Serok Barzanî di merasîmê vekirina pêşangehê de gotarek pêşkêş kir û bal kişande ser girîngiya pirtûkan û pirtûkxwendinê. Serok Barzanî, “her çiqasî teknolojî bi pêş bikeve jî, pirtûk dê her hevrêyê herî baş ê mirov bimîne, ew rêya me ronî dike û şaristaniyê bi pêş dixe.”
Hêjayî gotinê ye ku ji 21 welatan 300 dezgehên erebî û 40 dezgehên kurdî beşdarî pêşangehê dibin. Rojane hejmarek çalakî jî dihênbirêve diçin û 100 rewşenbîrên navxweyî û derveyî welêt tê de beşdar dibin.
Pêşangeha ku bi hezaran kes beşdarî dibin, wê heta 13ê nîsanê vekirî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin