Bi biryara Serokwezîr Barzanî wê êdî werzisvanên Kurdistanê yên serkeftî bi pere jî bên xelatkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rizamendî da, ku xelatên darayî yên herdemî ji bo yane û şampiyonên ku di xul û pêşbirkên navxweyî û biyanî de pileyên yekem bidest bixin bê dayîn.
Rêveberiya Giştî ya Werzîşê ya Kurdistanê ragihand, wan bi rêya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan re, daxwaza xelatkirina tîm û werizişvanên serkeftî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî razî bû xelatên darayî pêşkêşî werzişvan û tîmên serkeftî bê kirin.
Hate diyarkirin ku ji niha û pê de, tîm, yane û werzişvanê li ser asta xulên navxweyî, Iraqî, Asya û cîhanê; nasnavan yan jî pileyên yekem, duyem û sêyem werbigirin, dê xelatên darayî werbigirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser navê werzişvanên Kurdistanê, em spasiya rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birêz Dr. Omîd Sabah, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran bikin ku ter tim piştevaniya werzişvan û tevgera werzişî ya Kurdistanê kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin