Bi çekan êrîsî avahiya HDPê kirin
PeyamaKurd – Di saetên serê sibê de, li Marmarîsa Mûglayê ya Tirkiyê, li dijî avahiya navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) êrîşa çekdarî pêk hat.
A.T.D.(28) yê ku êrîş pêk aniye, li cihê bûyerê hatiye desteserkirin.
Parêzgariya Mûglayê derbarê bûyerê de daxuyanî daye û diyar kiriye ku êrîş di saet 06.20ê sibê de pêk hatiye.
Li gor daxuyaniya Parêzgariyê: “Kesê ku biçek êrişî avahiya HDPê ya Marmarîsê kiriye yê navê A.T.D. di sala 2018an de jî êrişî avahiya HDPê kiribû û ji ber ku camên avahiyê şikandibû derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. A.T.D li cihê bûyerê ji aliyê hêzên ewlekariyê de hatiye desteserkirin. Lêpirsîn dewam dike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di 17ê Hezîranê de jî êrîşkarê bi navê Onûr Gencer, bi çekan êrişî Avahiya Bajarê Îzmîrê ya HDPê kiribû û Denîz Poyraz, xebatkara partiye qetil kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin