Bi fermana Serokwezîr 4 bendavên mezin û stratejîk tên çêkirin

17 March 2022 13:01 0 dîtin
Bi fermana Serokwezîr 4 bendavên mezin û stratejîk tên çêkirin

PeyamaKurd Bi fermana Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 4 bendavên mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê tên çêkirin.

Li gor Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê diyar kiriye, bi fermana Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 4 bendavên stratejîk tên çêkirin.

Wezaretê diyar kiriye, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, bi nûnertiya Serokê Hikûmetê, rêkeftina çêkirina wan bendavan bi kompaniya navdewletî ya POWERCHINA re îmze kiriye.

Bendavên tên çêkirin ev in: Bendava Delge li devera Pişder, bendava Xêwete li Silêmaniyê, bendava Mendawe li Hewlêrê û bendava Bakirman li Duhokê.

Herwiha Wezaretê Çandinî û Çavkaniyên Avê destnîşan kiriye, armanc ji çêkirina wan bedavan, komkirina avê û kêmkirina bandorên hişkesaliyê û baştir birêvebirina çavkaniyên avê ye.

Kompaniya POWERCHINA, kompaniyeka Çînî ye ku navenda wê ya serekî li Pekîna paytexta Çînê ye.