Bi kêr û kulman êrîsê nivîsarê pirtûka ‘Ayetên Seytanî’ kir

12 August 2022 21:34 0 dîtin
Bi kêr û kulman êrîsê nivîsarê pirtûka ‘Ayetên Seytanî’ kir

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li bajarê New Yorkê li Enstîtu ya Chautauqua yê nivîsarê pirtûka ‘Ayetên Şeytanî’ yê bi navê Selman Ruşdî (75) ji aliyê kesekî de bi kulm û kêrê hat birîndarkirin. Ruşdî, wê di konferansê de bixafiya. Êrîşker hat girtin, polîs û ambûlans çûn ciyê bûyerê lê di derbarê tenduristiya Selman Ruşdî de ti agahî nehat dayîn.

Piştî êrîşê salona konferansê hat valakirin û konferans dewam nekir.

Selman Ruşdî di salên 1980 an de pirtûka xwe belav kiribû û alema Îslamê bertekê nîşanî pirtûka wî dabû. Serokê rûhanî yê Îranê Ayetullah Humeynî ji bo Selman Ruşdî fetwa kuştinê dabû û Ruşdî ji aliyê hêzên ewlehiyê de xistibûn bin paraztinê.