Bi navê ‘Efrînê Evînê’ fîlmekî dokumanterî hat çêkirin

26 August 2020 20:12 0 dîtin
Bi navê ‘Efrînê Evînê’ fîlmekî dokumanterî hat çêkirin

PeyamaKurd – Belgefîlmê ‘Efrînê Evînê’ yê derhênerê Kurd Zekeriya Efrîn ku li ser dagirkeriyê hatiye çêkirin ji bo pêşandana festîvalên navnetewî amade ye.

Derhêner Zekeriya Efrîn ew fîlmê dokumentarî bi derfetên xwe yên heyî û bi alîkariya çend hunermend û helbestvanan, li ser serpêhatiyên Efrînê çêkiriye. 

Derhêner Zekeriya Efrîn di nava 6 mehan de ev hemû dîmen û êşa Efrîniyan tomar kiriye ku li ser dagirkeriya Efrîn û hêviya vegera xelkê wê ye.

Gelek hunermend û helbestvan ji Şengal, û Ewropayê jî piştgirî dane vê berhemê ku nivîskar û helbestvan Ezîz Xemcivîn, Hunermendê Ermen Ibrahîm Kêvo, hunermendê Şingalî Gare Sazkar û hinek hunermendên din tê de keda wan heye.

Dokumentara Efrînê Evînê li Brîtanyayê ji zimanê Kurdî bo Ingilîzî hatiye wergerandin û di demên pêş de wê li mihrîcanên fîlman ên navneteweyî were pêşandan.