Bi roketê êrîsî qereqola Pêsmergeyan kirin: 1 birîndar

09 July 2024 23:02 0 dîtin
Bi roketê êrîsî qereqola Pêsmergeyan kirin: 1 birîndar

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê li navça Amediyê li bin qûntara Çiyayê Metîna, bi roketê êrîşê ciyê kontrolê yê Pêşmerge kirin. Di êrîşê de kesekî birîndar bû.

Li gor ragihandina Rûdawê; hêzên Pêşmerge ji bo leşkerên Tirkiyê zêde neçin nav herêmê, hinek qereqolên xwe danîne. Qereqola ku bi roketê êrîş kirinê li Dêrelûk a bi ser Amerdiyê, li gundê Sergele ye.

Kesê birîndar ji xelkê Zaxo ye, ajotvanê makîna kare û ji bo qereqola pêşmerge zeximtir bike li wê derê dixebitî û ji bo dermankirinê wî birine nexweşxanê.

Li gor ragihandina Rûdawê; tê gotin ku PKKê li noqta Pêşmerge xistiye lê ajansa PKKê ya bi navê ANF dibêje ku leşkerên Tirkiyê li qereqola Pêşmerge xistine, di lêdanê de hinek Pêşmerge birîndar bûne.

Li dora mehekiye ku li devera Amediyê di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de şer dewam dike û hat ragihandin ku gundê Mezî hatiye valakirin.