Bi sedema barana Musonê 50 kes jiyana xwe ji dest dan

07 July 2023 21:49 0 dîtin
Bi sedema barana Musonê 50 kes jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li Pakistanê bi sedema barîna barana Mûsonan 14 ji wan zarok bi temamî 50 kes jiyana xwe ji dest dan. Mûson ji 25 ê Hezîranê heya niha ranewestiyaye û ji bilî 50 miriyan 87 kes birîndar bûne û di ser 60 xaniyan de zerarê dîtine.

Li gor ragihandina Rêvebiriya Afetê ya Netewî (NDMA); Mûson li seranserê Pakistanê bandorekî neyînî hiştiye. Li eyaleta Pencapê ji 25 ê Hezîranê heya niha 34 kes û li eyaleta Hayber Pahtunhvayê 10 kes mirine. Li eyaleta Belûcistanê 5 kes û li eyaleta Azad Cammu Keşmirê kesekî jiyana xwe ji dest daye.