Bi sedema greva karkeran seferên çûnê yên balafirgeha Brukselê betal kirin

10 February 2025 22:05 0 dîtin
Bi sedema greva karkeran seferên çûnê yên balafirgeha Brukselê betal kirin

PeyamaKurd – Bi sedema di 13’e Sibatê de wê di balafirgeha Brukselê ya navdewletî de greva giştî bibe, temamê seferên ku roja Pênşemê ji Brukselê bikin ciyên din, betal bûn. Rayedarên balafirgehê ragihandin ku biryar ji bo ewlehiya rêwiyan dane û dibe şertên afetan derên holê.

Rayedar gotin ku di 13e Sibatê de, li seranserê welatê wan grev destpêbike, gelek karkerên ewlehiyê û karkerên bagacan wê tevî grevê bibin. Di daxwuyaniya balafirgehê de hat gotin ku:

“Ji bo ewlehiya rêwiyan û xebatkaran, me bi rêyên hewayî re şêwra xwe kir û me biyarê da ku roja 13ê Sibatê ji Brukselê seferan nekin derên dinan. Rêwî di heman rojê de, nên balafirgehê baştire.”

Sendîkayan, kiryarên hukumeta nû ya di derbarê perên serfkirina di seha civakî û givaşên aborî yên li seranserê welat, bi tundî rexne dikin. Lewra di 13e Sibatê de dê hemî sendika bi hevre herin grevê.